Hevpeymaniya cîhanî li ser piştîvanî kirina Kurdistanê biîsrare

behsa yekxistina hêzên pêşmerge kirin.

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey civiya.

Di civînê de balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku Brîtanya û welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de li ser piştîvanî kirina Kurdistanê de biîsrarin jiber ku aramiya Kurdistanê faktereke gelek girînge bo aramiya Îraqê.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Stephen Hicky behsa prosesa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û metrisiyên berdem hilbijartinên pêş yên Îraqê kirin.

Di beşeke din ya civînê de her du alî giftûgo li ser prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge, yekxistina hêzên pêşmerge kirin û balyozê Brîtanyayê piştîvaniya xwe jî bo prosesa han diyar kir.

N: E. G