Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Brîtanya û hevpeymaniya cîhanî piştîvaniya xwe bo Kurdistanê didomînin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand:

Îro pêncşem 22 Nîsana 2021an me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê bi tundî êrîşên vê dawiyê yên bo ser Hewlêrê şermezar kir û piştîvaniya hevpeymaniyê bo herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku li gel hikûmeta Îraqê di nava têkiliyan dene daku sînorek bo wan êrîşan were danîn û dawî bi wan were anîn.

Di berdewamiya civînê de me her du aliyan tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceya fedralî û şandina şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta fedralî ve kir.

Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey stayîşa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî reformên di nava wezareta pêşmerge û amade bûna welatê xwe jî bo piştîvanî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civînê de me spasiya helwest û piştîvaniyên Brîtanya û hevpeymanan kir û daxwaz kir hikûmeta fedralî pêbendiyên xwe li hember herêma Kurdistanê bi taybet bi proje qanûna bûdceya giştî cîhbicîh bike û para bûdceya herêmê di demeke nêz de bişîne.

Hilbijartinên pêş  yên Îraqê û normal kirina rewşa deverên Kurdistanê yên derveya îdareya herêmê mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.