Nêçîrvan Barzanî: Lazime sînorêk bo kiriyarên han were danîn

dibêje lazime êrîşkar werin darizandin.


Dibêje gef kirin lê çalakvanan û kuştina wan rewşa heyî aloztir dike.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek derbarê gef kirin li çalakvanan û kuştina wan li Îraqê belav kiriye û nivîsandiye: Çalavanên Îraqê rastî gef lê kirin û kuştinê tên, ev yek jî rewşa heyî aloztir dike û lazime sînorek bo kiriyarên han were danîn.
Barzanî herwiha daxwaz kiriye daku kesên ku êrîşî ser xwepîşander û çalakvanan dikin werin darizandin.
N: E. G