Amerîka rexne li Tirkiyeyê dike

dibêje rewşa kemenetewên olî li Tirkiyeyê xirabe.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje mafên kemenetewên olî binpê dike.

Hikûmeta Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê azadiya olî li cîhanê de, behsa rewşa azadiya olî li Tirkiyeyê kiriye.

Di raporta han de yaku taybete bi sala 202an Amerîka beha vê yekê kiriye ku li Tirkiyeyê rewşa kemenetewên olî gelek xirab bûye, desthilata siyasî ya Tirkiyeyê berdewame li ser binpê kirina maf û azadiyên kemenetewên olî.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku zextên li ser kemenetewên olî li Tirkiyeyê di wan salên dawî de bi taybetî di sala 2020an de zêdetir bûne.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku zarokên Elewî û zarokên din yên nemisilman, di debistanan de di ware perwerdehiya olî de rastî kêşeyên mezin tên û ev tên neçarkirin û perwerdehiya îslamî bibînin.

Di beşeke din ya raportê de jî behsa Eya Sofya hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku guhertina pêgeha Eya Sofiya ji mûzexaneyê bo mizgeftê, nîşaneye berçav ya binpê kirina mafên kementewên oliye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.