Sedir daxwazek ji Îraqiyan dike

dibêje xwepîşandaneke mezin lidar bixin.

 

Dibêje alayên Îsraîl û Amerîkayê bişewitînin.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşandiye û têde daxwazek ji Îraqiyan kiriye.

Muqteda Sedir daxwaz ji Îraqiyan kiriye daku weke piştîvanî kirin ji Felestîn û Felestîniyan, alayên Amerîka û Îsraîlê bişewitînin.

Sedir herwiha daxwaz ji Îraqiyan kiriye daku xwepîşandaneke berfire ya grseyî bo piştîvanî kirin ji Felestîniyan û şermezar kirina Îsraîlê organîze bikin û di xwepîşandanê de alayên Amerîka û Îsraîlê bişewitînin.

N: E. G