Li Mêrdîn 2 Mamosteyan canê xwe ji dest dan

di encama bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest dane.


Tirimbîl li wan daye.
Duhê êwarê li navçeya Nisêbîn ya ser bi Mêrdîn li Bakûrê Kurdistanê, bûyerek çê bûye û di encama bûyerê de du jin ku her du jî mamoste bûne canê xwe ji dest dane.
Ev her du mamoste dema xwestine ji cadeyê derbas bibin, tirimbîlek xwe bi wan re daye û di encam de ev her du mamoste canê xwe ji dest dane.
Temenê wan her du mamosteyan 27 û 28 salî bûye.
N: E. G