Êrîşî ser navenda HDPê hate kirin

di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest daye.

Di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest daye.

Îro danê sibê li Îzmîrê êrîşî ser navenda serekî ya bajarê ya HDPê hate kirin.

Êrîş ji aliyê keseke çekdar ve pêk hatiye û li gor zaniyariyên destpêkê, kesek ku endamê HDPê ye û di dema êrîşê de li navenda HDPê bûye canê xwe ji dest daye.

Herwiha di encama êrîşa çekdarî de agireke mezin ber bûye navenda HDPê.

Hîn jî nasnameya êrîşkar nehatiye zelalkirin û hêzên ewlekarî jî navenda HDPê dorpêç kirine.

N: E. G