Serokê herêmê û Matthew H. Tueller behsa rewşa deverê kirin

Amerîka berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Amerîkayê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de rewşa Îraqê, Kurdistan û deverê bi giştî, têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê li gel Amerîkayê, metirsiyên teror û gefên terorîstên DIŞIê, hilbijartinên pêşwext yên Îraqê, pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê, rol û siyaseta îdareya nû ya Amerîkayê ya li hember Îraq û Rojhilata Navîn hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de Matthew H. Tueller diyar kir ku Amerîka li ser hevkarî û hemahengiya li gel hevbeş û hevpeymanên xwe yên li deverê de berdewam dibe û anî ziman ku li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê yekê ku hîn jî teror û gefên terorê, metirsiyeke rasetînin li ser Îraq û Kurdistanê, hemfikire û tekez kir ku hemahengî û hevkariya hevpeymaniya navnetewî bo Îraq û Kurdistanê pêwîste.

Di beşeke din ya civîna han de Serokê herêma Kurdistanê jî berdewamiya Amerîkayê li ser hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel hevbeş û hevpeymanên xwe li deverê, bi peyameke girîng wesif kir û tekez li ser xwesteka Kurdistanê li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera Kurdistan li gel Îraq û Amerîkayê kir.

Balyozê Amerîkayê herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember bi dawî hatina devreyeke din ya xwendinê li zanîngeha Amerîkayê li Dihukê diyar kir û piştîvaniya welatê xwe jî ya bo prosesa refoman di nava wezareta pêşmerge de diyar kir.

N: E. G