Dadgeha mekazagonê dosyeya HDPê qebûl kir

dosye ji 800 rûpelan zêdetire.


Beriya niha ev dosye hatibû vegerandin.
Îro dadgeha mekazagonê ya Tirkiyeyê doseya daxistina HDPê yaku ji aliyê Serdozgeriya giştî ya Tirkiyeyê ve hatibû amadekirin nirxand û di civînê de Dadwerên dadgehê biryar dan daku dosyeya han were qebûlkirin.
Dosyeya HDPê ji raporteke berfire pêk hatiye ku zêdetir ji 800 rûpelane û têde daxwaza daxistina HDPê tê kirin.
Beriya niha careke din Serdozgeriya giştî dosyeya daxistina HDPê dabû dadgehê lê dadgeh ev dosyeya han red kiribû.
N: E. G