Amerîka: Di rojên pêş de emê bersifa êrîşan bidin

dibêje emê tedbîrên pêwîst bistînin.


Amerîka duhê peyameke girîng daye hin kesatiyên siyasî yên Îraqê.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê hikûmeta Amerîkayê bi rêya kanalên xwe yên dîplomatîk peyameke girîng daye hin kesatiyên siyasî yên Îraqê.
Li gor jêderên nûçeyan, Amerîka bi rêya kanalên xwe ji wan kesatiyên siyasî yên Îraqê re gotiye ku, vê Amerîka di rojên pêş de bersifeke dijwar bide êrîşên wan komên çekdar ku li dijî hêzên Amerîkî li Hewlêr û Enbarê pêk anîne.
Ji aliyeke din ve her duhê wezareta berevaniya Amerîkayê jî diyar kiribû ku komên çekdar bi zanebûn wan êrîşan pêk tînin û dixwazin Amerîka ji Îraqê bêzar bikin û emê tedbîrên pêwîst jî li hember wan bistînin.
N: E. G