Êrîşên ser Kurdan zêde bûne

ciwaneke Diyarbekirî qetil kirin.

Duhê welatiyekî Kurd qetil kirin.

Di wan demên dawî de li bajar û bajarokên Tirkiyeyê êrîşên neteweperestan li dijî malbetên Kurd zêdetir bûne.

Li gor zaniyariyên berdest duhê li navçeya Meram ya Qûniyayê komeke 60 kesî ji neteweperestên Tirk êrîşî ser malbeteke Kurd xelkê Diyarbekirê kirine.

Di encama êrîşa han de welatiyekî Kurd bi navê Hakim Dal hatiye kuştin û birayekî wî li gel birazêyekî wî jî di encama êrîşê de bi dijwarî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve duhê êwarê li Enqere jî dîsa êrîşî ser malbeteke Kurd hate kirin û di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûn ku birîna 2 ji wan gelek dijware.

N: E. G