DIŞI du gundên Kerkûkê topbaran kir

zirarên canî yên topbaranê nebûne.

Bi mûşekan ev her du gund topbaran kirine.
Birêveberê Polîsê bajarokê Hewîce Fetah Mehmûd ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê du gundên ser bi Kerkûkê bi mûşekan topbaran kirine.
Mehmûd Fetah herwiha ragihand ku terorîstên DIŞIê bi mûşekan her du gundên Şimêt û Sebaxiye li nahiyeya Zap ya ser bi bajarokê Hewîce ya li Başûrê Rojavayê Kerkûkê topbaran kirine.
Fetah diyar kir ku, zirarên canî li pey topbaranê nebûne û cîhê ku mûşek jî hatine avêtin ne diyare.
N: E. G