Amerîka navendên xwe yên leşkerî bihêztir dike

beriya çend rojan karwaneke din ya leşkerî û locistîkî şandiye deverê.

Li Hesekê dest bi berfiretir kirina navenda xwe ya leşkerî kiriye.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê dest Kurdistantv ketine, ev çend roje artêşa Amerîkayê û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Rojavayê Kurdistanê liv û tevgerên xwe bo bihêztir kirina pêgehên xwe zêdetir kirine.

Li gor zaniyariyan di vê çarçoveyê de artêşa Amerîkayê û hevpeymaniya cîhanî di rojên derbasbûyî de rixmî şandina karwaneke din ya mezin ya leşkerî û locistîkî, bo Rojavayê Kurdistanê, hevdem dest kirine bi berfiretir û bihêztir kirina navenda xwe ya leşkerî ya li navçeya Şedad ya li Başûrê Hesekê.

N: E. G