Ciwanekî Rojavayê canê xwe ji dest da

temenê wî 18 salî bûye.

Di nava avê de xendiqiye.

Birêveberatiya Polîsê hawar hatinê ya Soranê ragihand ku îro ciwanekî xelkê Rojavayê Kurdistanê bi navê Elî Husên Hewa yê ku li Hewlêrê nîştecîhe, di dema avjeniyê de di nava rûbareke devera Soranê de xendiqiye û canê xwe ji dest daye.

Elî Husên li deverê kirêkar bûye û piştî bi dawî hatina karê xwe yê rojane bi mebesta avjeniyê ketiye nava avê li nikariye avjenî bike û xendiqiye.

N: E. G