Dawî bi pîwerdariya hêzên şerker yên Amerîkayê tê

heta dawiya 2021an pîwerdariya wan hêzan bi dawî dibe.

Amerîka û Îraq li ser vê mijarê lihev kirine.
Li gor jêderên nûçeyan her yek ji Amerîka û Îraq li ser vekêşîna hêzên şerker yên Amerîkayê ji Îraqê lihev kirine.
Jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku di civîna navbera Serokê Amerîka Jeo Biden û Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de nîqaş li ser bi dawî hatina pîwerdariya hêzên şerker yên Amerîkayê ji Îraqê hatiye kirin û heta dawiya sala 2021an vê ev hêzên han ji Îraqê vekêşin.
Her di heman civînê de Biden ji Kazimî re gotiye ku pîwerdariya wan ya li Îraqê tê guhertin lê hevkarî û hevbeşiya navbera Amerîka û Îraqê berdewam dibe.
Weke tê zanîn beriya serdana Serokwezîrê Îraqê bo Amerîkayê, gereke din ya diyaloga steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê hatibû organîzekirin û têde giftûgo li ser vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Îraqê û têkiliyên navbera Amerîka û Îraqê piştî vekêşîna hêzên Amerîkî hatibû kirin.
N: E. G