DIŞI êrîşî ser taziyeyê kir

18 kes jî birîndar bûne.

Herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê bi şev li parêzgeha Selahedînê terorîstên DIŞIê êrîşî ser merasimeke taziyeyê kirine û di encama êrîşa han de gelek kes hatine kuştin.

Çapemeniya Îraqê belav kiriye ku di encama êrîşa han de yaku li navçeya Ebû Cîlî ya li devera Yesreb ya li parêzgeha Selahedînê de pêk hatiye herî kêm 13 kes hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne.

N: E. G