9 miliyar dînar zirar gehêştiye Cotkaran

zêdetir ji 20 gundên deverê jî hatine valakirin.

Jiber şerê PKK û Tirkiyeyê Cotiyar rastî zirarên han hatine.

Şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê li deverên sînorî yên herêma Kurdistanê berdewame û jiber şer û pevçûnên han jî zirareke mezin gehêştiye jîngeha wan deveran.

Di vê derbarê de walîtiya Dihukê amarek belav kiriye û ragihandiye ku tenê îsal jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê zêdetir ji 9 miliyar dînar zirar gehêştiye xwedan bax, rez û bistanên deverê.

Ev di demekê deye ku gelek daristanên deverê jî jiber şer û bordimanan şewitîne û ji nav çûne.

Herwiha hate zanîn ku zêdetir ji 30 donim zeviyên çandiniyê jî hatine şewitandin û zêdetir ji 20 gund jî hatine valakirin.

Zirara herî zêde li devera Derkarê ketiye.

Weke tê zanîn di 23ê Nîsana îsal de artêşa Tirkiyeyê li dijî pkk li deverên sînorî yên herêma Kurdistanê dest bi operasiyonên bejahî kir û ev operasiyonên han hîn jî didomin.

N: E. G