63 kesên din li Îraqê canê xwe ji dest dan

heta niha nêzî 19 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Zêdetir ji 11 hezar kes jî bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 11 hezar û 644 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 63 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî yek miliyon û 660 hezar û 371 kes bi Koronayê ketine û 18 hezar û 865 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G