Dest bi ser hijmareke heb û derziyan de hate girtin

5 kes jî ku xwestine wane bifiroşin hatine girtin.

Ev ji cureya bêhişker bûne.

Birêveberatiya asayîşa Hewlêrê ragihand ku îro 3ê Tebaxê hêzên wan di nava bajarê Hewlêrê de operasiyonek lidar xistine.

Di operasiyona han de hêzên asayîşê karîne dest deynin ser 26 hezar û 23 şet heb û 7 hezar û 190 derziyên curbicur ku tevahiya wan bêhişker bûne.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku 5 kes jî ku xwestine wan heb û derziyan bifiroşin hatine girtin.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku lêkolîn û lêpirsîn ji wan kesan berdewame û vê radestî dadgehê werin kirin.

N: E. G