Tirkiye daxwaza alîkariyê ji Ewrûpayê dike

beşeke mezin ji agirên daristanan didomin.

Agir hîn jî nethatine vemirandin.

Agirên ku di roja 28 Tîrmehê bi daristanên Rojavayê Tirkiyeyê ketibûn, hîn jî nehatine vemirandin.

Di encama wan agiran de heta niha 8 kesan canê xwe ji dest dane û rûbereke gelek zêde ji daristanên Rojavayê Tirkiyeyê şewitîne.

Derfet û karînên hikûmetê bo vemirandina agiran têrê nakin lewre Tirkiye daxwaz ji Ewrûpayê dike daku hevkariya Tirkiyeyê bike û balefir û kopterên taybet bi vemirandina agirê bişîne Tirkiyeyê.

Beriya niha Rûsye, Îran û Azerbaycan jî balefir û kopter bo Tirkiyeyê şandibûn.

N: E. G