HAT’ê li gundewarên Hesekê 27 çete girtin

li Hesekê û derdorê hatine girtin.

Duh HAT`ê 27 çeteyên DIŞI`ê  girtin ku li herêmê gelek êriş pêk anîne û tevgera şaneyên veşartî hêsan kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên operasyonên serdegirtinê yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li dar xistine, bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 27 çete li gundên Abid û Felaha yên Hesekê hatine girtin ku berê êrişî sivîlan kiribûn û tevgera şaneyên veşartî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan kiribûn.

Her wiha hate eşkerekirin ku Hêzên Antîrerorê (HAT) beriya ku operasyonê li dar bixe, gelek lêpirsîn û xebatên şopandinê kirine û ev agahî hatin parvekirin: "Gelek çek û alavên teknîk bi wan re hatin desteserkirin. Ew alav di pêkanîna êrişên terorîst, bûyerên hedefgirtinê bi kar anîne, çandina mayinan de bi kar anîne. Ev êriş bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina fitne û tirsê di nava civaka me de pêk hatin.”

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku bi hemû sazûmaniya xwe bermahiyên çeteyên DIŞI'ê û şaneyên wê yên ku fitneyê di nav gel de belav dikin, dê bê bandor bikin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E: G