Îran gefan dike û partiyên Kurdî jî bersif didin

partiyên Kurdî jî dibijên ev tenê bo xapandina raya giştî ya Îranê ye.

Dibêje êrîşên me bo ser wan aliyên Kurdî berfiretir dibin.

Serokerkanê giştî yê hêzên çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî di gotareke xwe de gef li partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Serokerkanê hêzên çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî diyar kiriye ku vê êrîşên Îranê yên li dijî partiyên Kurdî berdewam dibin û berfiretir jî dibin.

Baqirî herwiha eşkere kiriye ku heta endameke wan partiyan mabe vê êrîşên Îranê jî berdewam bikin.

Ji aliyê xwe ve jî partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku heta niha Îran bi ti awayî ti peyamek ji wan re neşandiye û daxuyaniyên berpirsên han jî tenê bo veşartina rastiyan û xapandina raya giştî ya Îranê ne.

Weke tê zanîn di destpêka vê mehê de Îran bi qasî 7 rojan hin deverên sînorî yên Kurdistanê bi hinceta hebûna partiyên Kurdî topbaran kiribû.

N: E. G