800 gund hatine vala kirin

di wan demên dawî de gelek deverên sînorî hatine valakirin.

Jiber şerê pkk û Tirkiyeyê hatine valakirin.
Şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê di nav xaka Kurdistanê de berdewame.
Di encama şer û pevçûnên han de zirarên gelek mezinyên canî û madî jî ber xelkê başûrê Kurdistanê bi taybetî şêniyên deverên sînorî ketine.
Li ser vê mijarê berpirsê karûbarên rasipartiyên navnetewî ya hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarê eşkere kiriye ku jiber şer û pevçûnên han bi giştî 800 gundên deverên sînorî yên Kurdistanê hatine valakirin û wêran bûne.
Zêbarî eşkere kiriye ku şêniyên wan gundan jiber şer û pevçûnan nikarin vegerin gundên xwe lewre ti xizmetgozariyek jî bo wan gundan nehatiye pêşkêşkirin.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de Tirkiye jiber hebûna PKK li deverê de dest bi topbaran û bordiman kirina gelek gund û deverên sînorî yên Kurdistanê kiriye û zirarên mezin yên madî jî ber wan gundan ketine.
N: E. G