HC: Pêşmerge hevbeşeke bihêz ya me ye

dibêje erkên hevpeymaniyê ji nû ve têne rêkxistin.

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî peyamek weşandiye.

Peyvdarê hevpeymaniyc cîhanî ya dijî DIŞIê Wayn Marotto li ser hesabê fermî yê hevpeymaniya cîhanî ya li twitterê peyamek weşandiye û têde nivîsandiye; Heta dawiya sale û erk û pîwerdariyên hevpeymaniya cîhanî ji nû ve werin rêkxistin û hevkarî û hemahengiyên hevpeymaniya cîhanî yên li gel hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê berdewam dibin.

Nav hatî diyar kiriye ku ji sala 2014an ve heta niha hevpeymaniya cîhanî, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hevbeşên hev yên bihêzin.

Marotto herwiha nivîsandiye ku hevpeymaniya cîhanî pêbende bi hevkarî û piştîvaniyên xwe yên bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê dijî DIŞIê de jiber ku ev piştîvaniya Îraqeke bihêz û aram dikin.

N: E. G