WHO hevkariya Kurdistanê dike

11 navendên din yên vaksînasiyonê têne vekirin.

Pêdiviyên nûjdarî bo rûbirû bûna Koronayê dide Kurdistanê.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî îro pêncşem di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku vê di rojên pêşde hijmareke gelek zêde ji vaksînên dijî Koronayê yên ji cureya Pfizer bigehêjin Kurdistanê.

Dr, Saman Berzencî diyar kir ku saziya tendirostiya cîhanî WHO vê di rojên pêşiya me de hevkariyeke gelek zêde ya nûjdarî bo rûbirû bûna Koronayê pêşkêşî Kurdistanê dike.

Berzencî eşkere kiriye ku WHO heta niha gelek caran hevkariya Kurdistanê kiriye û vê carê jî hevkariyên WHO ji 16 cureyan pêkhatine ku beşeke ji wan li ser navendên tendirostî yên Kurdistanê de hatine dabeşkirin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku vê di rojên pêşiya me de hijmareke gelek zêde ji vaksînên cureya Pfizer bigehêjin Kurdistanê û bo ku tevahiya welatiyên Kurdistanê bi lez werin vaksînekirin, 11 navendên din yên vaksînasiyonê li Kurdistanê de têne vekirin.

N: E. G