Metranên mesîhî: Kurdistanî cîhê herî baş bo Mesîhiyane

Metranên Mesîhî: Kurdistanê cîhê yekaneye ku mesîhî têde bi aştî û azadî dijîn.

Serokwezîr li gel şandeke metranên mesîhî yên Kurdistan û deşta Nînovayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Metranên Kurdistan û deşta Nînovayê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro şemî 25ê Îlona 2021an me pêşwaziya şandeke Metranên herêma Kurdistanê û deşta Nînovayê kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa mesîhiyan li herêma Kurdistanê û Îraqê hate kirin.

Şande Metranên herêma Kurdistanê û deşta Nînovayê, stayîşa ezmûna bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku herêma Kurdistanê cîhê yekaneye li Îraq û deverê de ku mesîhî têde bi aramî û aştî dijîn û mafên wan parastîne.

Şanda mêwan herwiha rola me y abo piştîvanî kirina mafên pêkhateyan, reformên di nava hikûmeta herêmê û derbas kirina qirîzan bilind nirxand.

Di beşeke din ji civînê de me jî tekez li ser piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyan , azadiya olî û rêz girtin ji mafên mirovan kir.

N: E: G