10 welatiyên din canê xwe ji dest dan

zêdetir ji hezar û 200 berketiyên berê baş bûne.

Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê de bi giştî hezar û 421 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî û pişt re jî li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 215 berketiyên berê baş bûne û 10 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G