Nivîsa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Sersaxî û hevderdiyên xwe ji malbat, kes û kar û hezkiriyên her du welatiyan (Muhammed Resûl Hemedemîn) û (Mistefa Serkevt Xidir), ku pênc salî bû, re pêşkêş dikim; wan bi mixabinî di encama barîna zêde û lehiya duhê ya bajarê Hewlêrê de bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane. Ez hevderdê xemgîniya her du malbatên qurbaniyên vê bûyera dilêş im û ji Xwedayê Mezin dixwazim ku sebr û dilnîşandinê bide wan û ruhê paqij ê qurbaniyan jî bi behişta fireh kêfxweş bike.







