Li gorî dawînîn amarên Wezareta Tenduristiyê ya wî welatî, ku ajansa (Associated Press) belav kiriye, ji nîveka meha Gulanê ya borî ve, dema pêlaya nû ya vîrusê dest pê kiriye, ev pêlaya belavbûnê wekî kujer û dijwartirîn pêlaya di dîroka welatê de tê hesibandin û heta niha ji nav 26 parêzgehan derbasî 8 parêzgehên cuda bûye.
Ajansê herwiha destnîşan kiriye ku cureyê vîrusê ku di vê pêlayê de belav bûye ji rêza (Bundibugyo) ye; ew jî cureyê herî xeternak ê Ebola ye û heta niha tu vaksîn an jî dermanekî taybet ji bo wê nehatiye dîtin.







