Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke sersaxiyê û hevxemiyê ji bo koça dawî ya nivîskar, rojnamevan û sernivîskarê kovara Gulan, merhum Ferhad Mihemed, belav kir û sersaxî û hevxemiya xwe gihand malbat, hevalkar û rewşenbîrên Kurdistanê.
Di beşek ji peyamê de hatiye gotin: Bi xem û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya nivîskar û rojnamevanê merhum Ferhad Mihemed, endamê beşa rewşenbîrî û ragihandina partiya me û sernivîskarê kovara Gulanê me gihişt; em bi xemgîniyê sersaxî û hevxemiya xwe digihînin malbata we ya şoreşger, xizm û kesûkar û hemû heval û hevalkarên we û xwe hevparê xemê we dibînin.
Ofîsa Siyasî ya PDKê herwiha amaje bi vê yekê kiriye: Merhum kadir û kesayetiyeke navdar û bêwestan a warê rojnamegerî û rewşenbîrî bû; rol û şopa wî di warê ragihandin û medyaya partiya me de eşkere û berbiçav bû.
Di dawiya peyama sersaxiyê de, Ofîsa Siyasî ya PDKê ji Xwedayê Mezin dixwaze ku giyanê pak ê merhum bavêje ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike; di heman demê de sebir û aramiyê bide malbat, xizm û hevalên wî.







