Nivîsa sersaxiyê ya Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê
Ji ber koça dawî ya rojnamevanê navdar û sernivîskarê kovara Gulanê, merhum Ferhad Mihemed, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên hêja û hemû hevkarên wî re dixwazim. Ez di xem û derdê wan de hevderd im.
Merhum bi dilsozî xizmeteke berbiçav ji bo qada rojnamegeriyê kir. Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku bi rehm û dilovaniya xwe giyanê wî şa bike û aramî û dilniyayî bide hemûyan.







