Di daxuyanîyê de hatiye gotin ku piştî ew sûcên mezin û jenosîda ku DAIŞ li dijî nirxên mirovahî, nasname û gelê Êzidî pêk anî, bi êrîşeke bêhempa ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bi fermandariya meydanî ya Serok Mesûd Barzanî, 11 sal beriya niha, di rojeke wek îro de, Şengal bi xwîna 500 şehîd û 3,000 birîndarên Pêşmerge hate rizgarkirin.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê tekez kir ku parastina mafên destûrî û neteweyî yên xwişk û birayên Êzidî erkeke sereke ye; di heman demê de her hewldanekê şermezar dike ku pirsgirêk û êşa wan ji bo armancên siyasî bi kar bîne.
Di beşeke din a peyamê de, Parlamentoyê daxwazên xwe ji bo çareserkirina rewşa Şengalê anîn ziman:
Pêwîst e Peymana Şengalê bi tevahî were pêkanîn.
Gelê herêmê û Êzidî bixwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.
Hêzên çekdar ên neqanûnî ji sînorên herêmê derkevin û herêmê bihêlin.
Penaber bi rûmet vegerin ser milk û malên xwe û zirarên wan ên maddî û manewî werin telafîkirin.







