Nivîsa daxuyaniyê;
Îro, li ser rizgarkirina Şingalê 11 sal derbas dibin; di 13’ê Mijdara 2015’an de, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin serperestiya û fermandariya rasterast a Serok Mesûd Barzanî de, bi dayîna xwîna sedên şehîdan û birîndarkirina hezaran kesan, karîbûn dawî li hebûna rêxistina terorîst a DAÎŞê li wê herêmê bînin û kontrola bajar û Çiyayê Şingalê vegerînin.
Em, wekî fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Meclisa Nûnerên Iraqê, tekez dikin ku divê parastina îstîqrara herêmê bê kirin; ji ber vê yekê em bi fikar li hewildanên bikaranîna Şingalê wekî karta pevçûna siyasî dinêrin, û divê rê li ber her hewildanekê bê girtin ku bixwaze Kurdên Êzidî ji nasname û reh û rîşa wan a resen qut bike.
Fikargeh e ku piştî derbasbûna 11 salan ji rizgarkirina Şingalê, hîn jî Peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hukûmeta federal de, ya derbarê normalîzekirina rewşa Şingalê, nehatiye bicîh anîn. Ji vê derê, wekî fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, ji hukûmeta federal daxwaz dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî û qanûnî bi cih bîne û Peymana Şingalê bê guhertin û bi tevahî bicîh bîne; bi derxistina hêz û komên çekdar ên neqanûnî, dawîanîna rewşa neasayî
ya herêmê, û afirandina atmosferekî aram, da ku gelê resen ê Şingalê bikare bi xwe li ser çarenûs û rêveberiya herêma xwe biryar bide û bi serbilindî vegere ser warê bav û kalên xwe. Herwiha em tekez li ser pêwîstiya veqetandina budceya pêwîst ji bo avakirina nû ya Şingalê û telafîkirina dadperwerane ya mexdûr û rizgarbûyên ji destê DAÎŞê dikin.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Meclisa Nûnerên Iraqê
13’ê Mijdara 2026’an






