Îro, în 11/13, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di têlefoniyekê de serxweşiyê pêşkêşî Abdullah Hacî Mehmûd, Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalê, kir ji ber koça dawî ya diya wî.
Serokê Hikûmetê sersaxî, serxweşî û hevderdîya xwe ragihand û hêvî xwest ku Xwedayê Mezin ruhê wê bi behiştê re şad bike û aramî û dilnermiyê bide malbata wan.
Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalê spas û rêzgirtina xwe û malbata xwe ji bo telefon û hevderdiya Serokê Hikûmetê nîşan da.






