Dr. Dindar Zebarî, koordînatörê pirsên navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya 11emîn salvegera rizgarkirina Şingalê ragihand ku azadkirina bajarê Şingalê di 13ê Mijdara 2015an de, di bin serokatiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya zêdetirî 7,000 pêşmergeyan û dayîna zêdetirî 500 şehîdan, di têkbirina terorîstên DAÎŞê de xalekî veguherîna dîrokî bû.
Koordînatörê pirsên navneteweyî bal kişand ser mezinahiya sûcên DAÎŞê li dijî civaka Êzidî û got: Zêdetirî 5,000 welatiyan hatine kuştin, zêdetirî 400 hezar kes koçber bûne û 6,417 kes hatine revandin; heta niha jî, tevî rizgarkirina 3,595 kesan, çarenûsa 2,526 kesên revandî hîn jî nayê zanîn.
Derbarê belgekirina sûcan de, Zebarî got: Di çarçoveya hevkariyê bi tîmê navneteweyî yê "Yunîdad" (UNITAD) re, zêdetirî 57 gigabyte belge û li ser 3,000 dosyayên sûcên DAÎŞê hatine tomarkirin. Herwiha, Neteweyên Yekbûyî bi fermî wan sûcan wekî jenosîd, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê nas kiriye. Di heman demê de, ji tevahiya 93 gorên komî ku li Şingalê hatine dîtin, 37 gor hatine vekirin û nasnameya bermahiyên 296 qurbanan bi lêkolîna DNA hatiye diyarkirin.
Derbarê rewşa niha ya herêmê de, Dr. Dindar Zebarî li ser pêwîstiya bicihanîna tevahî ya Peymana Şingalê (di Cotmeha 2020an de hatî îmzekirin) di navbera Hewlêr û Bexdayê de sekinî û eşkere kir ku ji ber nebûna ewlehiyê, kêmbûna xizmetguzariyan û rawestandina nûavakirinê, hîn jî zêdetirî 75% ji niştecihên Şingalê di kampan de di rewşa koçberiyê de dijîn.






