Îro, şemî 14ê Çiriya Paşîn a 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Îro ezman dê zelal û perçebulind be û piştî nîvro carinan dê bibe nîv-perçebulind; di heman demê de, leza ba dê hêdî be (5 - 10 km/saet) û dûrahiya dîtinê dê di navbera (9 - 10 km) de be. Germa dê li gorî tomarkirina dohê bi rêjeya (1 - 2) dereceyên Celsius zêde bibe.
Derbarê hewaya sibê, yekşem 15ê Çiriya Paşîn a 2026an, Meteorolojiya Herêmê destnîşan kir ku ezman dê bi giştî zelal be û germa dê nêzî tomarkirina îro bibe. Leza ba dê di navbera (5 - 20 km/saet) de û dûrahiya dîtinê jî dê di navbera (9 - 10 km) de be.
Bilindtirîn germahiya pêşbînîkirî bi dereceyên Celsius ji bo îro û sibê wiha ye:
Hewlêr: îro 19 derece - sibê 20 derece
Pîrmem: îro 16 derece - sibê 17 derece
Silêmanî: îro 19 derece - sibê 19 derece
Helebçe: îro 20 derece - sibê 20 derece
Çemçemal: îro 20 derece - sibê 20 derece
Dihok: îro 18 derece - sibê 19 derece
Zaxo: îro 19 derece - sibê 20 derece
Germiyan: îro 23 derece - sibê 24 derece
Hacî Omeran: îro 13 derece - sibê 14 derece







