Îro şemî 14ê Çirîya Paşîn a 2026an, Serok Mesûd Barzanî di 242emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, peyamek ji hesabê xwe yê taybet li ser tora civakî ya (X) belav kir.
Nivîsa peyamê;
Bi bîranîna ٢٤٢ salên damezrandina bajarê Silêmaniyê, ez pîrozbahiyeke germ ji bo niştecihên hêja û delal ên wê bajarê dîrokî yê Kurdistanê radigihînim. Silêmanî ew bajar e ku bûye parçeyeke girîng a dîrok, nasname û têkoşîna neteweyî ya gelê Kurdistanê.







