Îro şemî 14ê Çiriya paşîn a 2026an, Rêveberiya Ewlehiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand: Piştî wergirtina fermana dadgehê ji bo lêkolîna Ewlehiya Hewlêrê, hêzên wê karîbûn du gumanbarên bi navên (أ، ب، أ) û (ع، ج، أ) bigirin ku li navçeya Enkawaya bajarê Hewlêrê gule berdabûn û aramiyê xirakiribûn.
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku di dema girtina gumanbaran de çek û otomobîlên wan hatine desteserkirin. Niha jî dosyaya lêkolînê li dijî wan hatiye vekirin û rêkarên qanûnî li dijî wan hatine girtin.







