Pargîdaniya “Dana Gas” di daxuyaniyekê de derbarê rewşa stasyona gaza Kormorê de ragihand ku zirarek mezin gihîştiye stasyonê û niha ne gengaz e ku tu qas gazê were hilberandin.
Berdevkê Pargîdaniya Dana Gas destnîşan kir ku hejmarek ji medyayên herêmî bêyî ku agahiyên rast hebin, derbarê rewşa stasyona gaza Kormorê de daxuyaniyên nerast belav dikin; di heman demê de berê jî ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatibû ragihandin ku ji ber mezinahiya ziraran, pêvajoya hilberînê rawestiyaye.
Pargîdaniyê ji kanalên medyayê daxwaz dike ku ji ragihandina bêberpirsiyar û pêşbînî û şîroveya bêbingeh dûr bisekinin û tenê pişta xwe bidin agahî û çavkaniyên fermî.







