Îro yekşem 15ê Çileya Paşîn a 2026an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: îro ezman dê zelal û parçebûl be û hin caran dê bibe nîvbul, herwiha germa dê hinekî zêde bibe.
Derbarê hewaya sibê, duşem 16ê Çileya Paşîn a 2026an, Meteorolojiya Herêmê amaje da ku ji sibehê heta êvarê ezman dê zelal û parçebûl be û paşê dê bibe nîvbul. Di heman demê de, ji ber bandora çepikeke nizm a lawaz, li sînorê parêzgeha Dihokê, Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û deverên çiyayî û sînorî yên wê herêmê, herwiha di demên şevê de li deverên sînorî yên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, îhtîmala barana hêsika navbernavber heye heta derengiya şevê û paşê dê biqede. Germa li piraniya deveran dê hinekî zêde bibe, ji bilî sînorê Dihok û Zaxo, ku dê nêzî tomarên îro bibin.
Germahiyên herî bilind ên pêşbînîkirî bi dereceya Celsius ji bo îro û sibê wiha ne:
Hewlêr: îro 21 derece - sibê 22 derece
Pîrmam: îro 17 derece - sibê 18 derece
Silêmanî: îro 20 derece - sibê 21 derece
Helebçe: îro 22 derece - sibê 23 derece
Çemçemal: îro 21 derece - sibê 22 derece
Dihok: îro 19 derece - sibê 19 derece
Zaxo: îro 20 derece - sibê 19 derece
Akrê: îro 21 derece - sibê 21 derece
Germiyan: îro 26 derece - sibê 26 derece
Hacî Omeran: îro 14 derece - sibê 14 derece







