Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) îro, duşem, ragihand ku dema keştiyeke neftê ji Kendavê bi rêya Tengava Hurmuzê derdiket, bi çekeke nenas hate armancgirtin.
Li gorî daxuyaniya desteyê, êrîş bû sedema ketina agirê di odeya motorê (makîneyê) ya keştiyê de. Ev di demekê de ye ku metirsî û gefên li ser rêya keştiyaniyê li vê rêgeha avî ya stratejîk her ku diçe zêde dibin.
Desteya Operasyonên Deryayî ya Brîtanyayê herwiha destnîşan kir ku di nav ekîba keştiyê de tu windahiyeke canî nehatiye tomarkirin. Di heman demê de, mezinahiya zirarên maddî û her bandora jîngehî ya encama êrîşê heta niha bi tevahî ne diyar in û lêkolîna bûyerê berdewam e.







