Sobyanin di hesabê xwe yê fermî yê li ser tora Telegramê de belav kir ku Ukraynayê ji şeva borî heta sibeya îro nêzîkî 800 dron ber bi herêma Moskowê ve şandiye. Ev di demekê de ye ku navborî roja duşemê jî di çend peyaman de behsa daxistina nêzîkî 139 dronan ji ezmana herêmê kiriye.
Ji aliyê din ve, Wezareta Parastina Rûsyayê îro sêşemê eşkere kir ku hêzên parastina esmanî tenê di demên şeva borî de, 1441 dronên Ukraynayê li herêmên cuda daxistine.
Wezaretê roja duşemê jî daxistina 1336 dronan li herêmên cuda ragihandibû, di nav wan de sînorên Moskowê û deverên li ser her du deryayên Reş û Azovê. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, di 24 saetên borî de hejmara giştî ya dronên Ukraynayê yên hatine têkbirin gihiştiye 2049 dronan. Ev jî wekî bilindtirîn asta pîvana rojane ji destpêka operasyonên leşkerî heta niha tê hesibandin.







