Di civînê de, her du aliyan bal kişand ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Padîşahiya Urdunê de û spas û nirxandina xwe ji asta vê hevahengiyê re nîşan dan.
Her wiha, li ser mekanîzmayên pêşxistina bêtir a têkiliyên dualî û veguhastina ezmûn û pisporiyê di warên cuda de nîqaş hat kirin, bi awayekî ku ji berjewendiyên hevbeş ên her du aliyan re xizmet bike.







