Di civînê de, ku Dr. Mistefa Goran, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awûstûryayê, û Serwa Resûl, rêveberê giştî yê Navenda Hevbeş a Hevrêzikirina Krîzan (JCC) li Wezareta Navxweyê, jî amade bûn, li ser pirsa pêşeroja koçberan nîqaş hate kirin.
Di heman demê de, di hevdîtinê de bal hat xuyakirin ser mekanîzmayên pêşîgirtina bazirganiya mirovan û zêdekirina hewldanan ji bo girtina bandên qaçaxçiyên mirovan. Herwiha, dosyaya domandina hevkariyên civaka navneteweyî ji bo koçberên navxweyî yên Herêma Kurdistanê mijarekî din a nîqaşan bû, bi awayekî ku pêdiviyên mirovî yên wan bêne peydakirin.







