Di kêlekê konferansê de, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê bi Dr. Berhem Salih, Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR), civînek pêk anî.
Di civînê de, rewşa koçber û penaberan û awayê pêşkêşkirina alîkariya mirovahî û dabînkirina jîngehek aram ji bo wan bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Herwiha her du aliyan li ser bihêzkirina hemahengiya hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navneteweyî de, ji bo çareserkirina krîzên koçberiyê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji bo koçberan, tekez kirin.







