Çavkaniyek ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand ku li nuqteyekê kontrolê li devera navçeya Dar al-Salam a girêdayî parêzgeha Diyala, kesekî lêgerînê bi otomobîla xwe nesekiniye û bi lez ji nuqteya kontrolê derbas bûye. Ji ber vê yekê, hêzên ewlehiyê ji bo girtina wî bi lez li dû ketine.
Çavkaniyê herwiha destnîşan kir ku di dema şopandinê de hêzên ewlehiyê li otomobîla kesê lêgerînê gulebaran kirine, lê gule li komek zarokan ketine ku li cihê bûyerê bûn. Ji ber vê yekê 3 zarok di cih de jiyana xwe ji dest dane û 5 zarokên din birîndar bûne.
Li dû vê bûyerê, Wezîrê Navxwe yê Iraqê komîteyek bilind a lêkolînê ava kiriye. Herwiha niha 1 efser û 10 karmendên hêzên ewlehiyê hatine binçavkirin.







