Saziya Dîpakiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku tîmek ji beşa lêkolîn û kontrolê ya nivîsgeha Lêkolînê ya Salahaddîn serdana herdu rêveberiyên bicîhkirinê û tomarkirina milkên qezaya Beled kiriye û li wir hebûna hejmarek nivîsgehên neqanûnî di nav wan herdu daîreyan de kontrol kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, tîmê karîbû rêveberê Bicîhkirina qezaya Beled bigire, ji ber ku bê wergirtina pejirandina fermî û qanûnî, destûr daye ku 2 nivîsgehên kopîkirin û danûstendinê di hundirê daîreyê de bixebitin. Di heman demê de, berpirsê embarê daîreyê jî bi tawanbariya radestkirina dosye û belgeyên fermî yên welatiyan ji bo wan nivîsgehan, li dijî qanûn û rêwerzan, hatiye girtin.
Di çarçoveya heman operasyonê de, 5 gumanbarên din jî hatine girtin ku di hundirê herdu rêveberiyên bicîhkirinê û tapoyê de ew nivîsgeh birêve birine û karê dîlaltî û rêkxistina neqanûnî ya danûstendinên wan kiriye. Her wiha çendîn belge û dosyeyên welatiyan ên di hundirê nivîsgehan de hatine dîtin, hatine desteserkirin.
Saziya Dîpakiyê her wiha destnîşan kiriye ku dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Dîpakiyê li parêzgeha Salahaddîn biryara binçavkirina hemû gumanbaran li gorî madeya 456 a Qanûna Cezayê ya Iraqê derxistiye.







