Îro, roja înê, 20ê çiriya paşîn a 2026an, Fermandariya Operasyonên Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand: "Di pêkanîna rêberiyên serokê Encûmena Wezîran û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê de, di heman demê de bi tedbîrên ku ji bo ji nû ve belavkirina yekîneyên leşkerî li herêma Jurf el-Sexrê hatine girtin, di bin çavdêriya meydanî ya fermandarê Operasyonên Bexdayê de, biryar hate dayîn ku riya girêdana di navbera (Letifiyê–Qamişliyê–Pira Faziliyê–Jurf el-Sexr–Cemaliyê–Kerbelayê) de, di her du aliyên çûn û hatinê de, ji bo tevgera welatî û wesayîtan bê vekirin".
Di daxuyaniyê de herwiha hate diyarkirin ku vekirina vê riya stratejîk ji saet 06:00a sibê ya roja şemiyê, 21ê çiriya paşîn a 2026an, pêk tê.







