Ajansa fermî ya nûçeyan a Siûdiyê (WAS) ji aliyê Parastina Sivîl a wî welatî ve ragihand ku îro, rojê pêncşemê, yek ji kulên navenda darayî ya bajarê Riyadê ket hedefa êrîşa çekdarên Hûsî.
Di daxuyaniya Parastina Sivîl de hatiye gotin: "Êrîşê bûye sedema çêbûna zirara maddî li hejmarek qatên kulê û avahiyên li nêzîkî wê, lê tu birîndarî an jî windahiyeke canî nehatiye tomarkirin."
Divê bê gotin ku di daxuyaniyê de navê kule ku zirar lê çêbûye nehat eşkerekirin. Di heman demê de, tîmên rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê da ku rewşê kontrol bikin û mezinahiya zirara maddî binirxînin.







