Ajansa nûçeyan a navneteweyî ya "Tesnîm" ragihand ku di civîna eşîrên parêzgeha Babilê de gelek peyam ji serokwezîrê Iraqê re hatin şandin û wan ragihand: "Em hukûmetê li ser xistina ewlehiya Curf el-Sexhr di metirsiyê de hişyar dikin, ji ber ku ev gav dîsa rê li ber karesat û bêîstîqrarî li herêmê vedike."
Eşîrên Babilê daxwaz kirin ku mijara vegerê nekeve karta zexta siyasî an amûrek ji bo pêkanîna "daxwazên derveyî (Amerîka)". Di heman demê de wan anî bîra kesan ku berî ku ji destê çekdaran were rizgar kirin, herêma Curf el-Sexhr wekî bingehek ji bo avêtina mûşekan û şandina erebeyên bombeyî ber bi herêmên din ên Iraqê ve dihat bikaranîn.
Ji aliyekî din ve, eşîrên Kerbelayê di civînê de dijberiya xwe li hember her guhertineke neasayî di rewşa ewlehiyê ya herêmê de nîşan dan û ragihand ku çêbûna her valahiyeke ewlehiyê li Curf el-Sexhr dê bandoreke neyînî ya rasterast li ser ewlehiya ziyaretgehên pîroz û ewlehiya zêwiran li bajarê Kerbelayê bike.
Ev reaksiyona eşîran hevdem e bi hewldanên dawiyê yên hukûmeta Iraqê ji bo dîsa bicihkirina hêzên ewlehiyê yên fermî û polîsa federal li beşa Curf el-Sexhr, piştî çêbûna tengezariyê bi çekdarên tabûrên Hizbullahê.







